JI XUTBEYÊN KURMANCÎ – 1
عَبَسَ وَتَوَلَّى أَن جَاءهُ الْأَعْمَى وَمَا يُدْرِيكَ لَعَلَّهُ يَزَّكَّى BERPIRSIYARIYA ME YA LI HEMBER ASTENG DARAN C emaeta Hêja! Li ser rûyê erdê mexlûq yanî aferîdeyê herî hêja, birûmet û bişeref meriv e. Ji aliyê xulqiyet û heqan ve di navbera merivan de tu cudatiyek tune ye. Qîmet û nirxandina mirovan ne li gora serwet, cinsîyet, neseb, sihet û astengdarîyê ye. Berovajî, başbûn yan xirabbûna merivan li gora bawerî, exlaq û kiryaran e. Xweda di Qur’ana Pîroz de wiha ferman dike: “ E wê ku hemû tiştên rind û xweş xul i qandiye û cara pêşîn m e r i v ji herriyê çêkiriye E w e. Paşê sûret û şekil day e, ji ruhê xwe pi f k iriye û ji we re guh, çav û dil çêkiri n e. ” [1] “Bêguman me mirov di sûretekî herî rind de xuliqand.” [2] “Bêguman li cem Xweda birûmet û hêjayên we , m utteqîtir î n ê we ne (yanî y ên ku xwe ji xirabîyê diparêzin û qenciy ê dikin) . ” [3] Birayên Delal! Di dînê me de, ji bo astengdaran, yanî xwedî uzr û naqisan, di